Ahmet Aydın
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi telefonê axivîn.
Li gorî çavkaniyê Serokomariyê di peywendiya ku vê êvarê hat encamdan de li tenişt têkiliyên dualî di mijara Sûriyeyê de teatiya fikrê hat kirin.
Di serî projeya Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê û Turk Akimê behsa mijarên hevkariya enerjiyê hat kirin.
Di axaftinê de mijara civîna Astanayê ya ku biryar edawiya vê mehê bê kirin jî hat rojevê.
Di axaftina herdu serokan de de di çarçoveya ku herêma bê şer bê sepandin rewşa Idlibê hat gotûbêjkirin.
Herwiha tekezî li giringiya peywendiya nêzîk û bi hev re hereketkirinê hat kirin.
Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Pûtîn di axaftinê de cejna Komarî ya 29ê Cotmehê jî li Erdogan û gelê Tirkiyeyê pîroz kir.