01 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2016
VAN
Li Wanê Zîlan Aldatmaza Alîkara Şaredarê Sarayê û xebatkarekî şaredariyê yên ku di çarçoveya operasyona dijî terorê da hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Îstixbaratê, Tevgera Taybet û Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê rêva dibe da operasyon birin ser 17 mavnîşanên li Ozalp, Gevaş û Sarayê, di operasyonan da 11 şikbar binçav kirin û ji wan 7 kes sewqî dadgehê kirin.
Piştî lêpirsîna li dozgeriyê Aldatmaz û xebatkarekê şaredariyê derxistin mihkemeyê û bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" hatin girtin, karûbarên 5 şikbaran hê dewam dikin.
Di operasyonê da 11 şikbar hatibûn binçavkirin E.E, H.E, Ş.A, bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" û "alîkirina rêxistina terorê" hatibûn girtin, A.B. jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.