İbrahim Toprak
08 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2022
Li Sasona navçeya Batmanê di çarçoveya "Projeya Werziş Sasonê" de ji bo werzişvanan alîkariya weke 250 forme û 1500 melzemeyên ku di perwerdeyê de bikarbînin, hat kirin.
Di merasima ku li Hola Girtî ya Werzişê ya Sasonê de hat lidarxistin, xwendekaran di branşên curbicur de nimayişên werzişî kirin.
Qaymeqamê Sasonê Murat Mete di merasimê de axivî û destnîşan kir ku di sala xwendinê ya 2022-2023yan de asta duyem a projeyê tê sepandin.

Mete anî ziman ku mirov hebûneke guherîner û veguhêzer in û wiha got, "Ya giring ew e ku rêyên bi qalîte yên ji bo jiyanê bên dîtin û keşifkirin. Heke hûn li Sasonê dijîn û xwendekar bin, me ji bo we pakêteke firsetê çêkir."
Mete tekezî li wê yekê kir ku di çarçoveya projeyê de îmkana wê yekê pêşkêş dikin ku di 24 branşan de bibin xwedan lîsans.
Di çarçoveya "Projeya Werziş Sasonê" de ji bo werzişvanan alîkariya weke 250 forme û 1500 melzemeyên ku di perwerdeyê de bikarbînin, hat kirin.