AGRI (AA) - Li Agiriyê dergûşa deh rojî, ji ber têrnekirina gurçikan û jehrîbûna xwînê bi balafira ambûlans sewqî Ankarayê bû.
Bebika malbata Aysel û Şevket a 10 roj berê, kîloyek û 900 gram ji dayik bû, ji ber jehrîbûna xwînê û têrnekirina gurçikan li Nexweşxaneya Zarok û Welidandinê ya Agriyê girtin bin tedawiyê.
Ji ber ku rewşa bebikê xedar bû, ji Wezareta Tenduristiyê balafira ambûlans hat talepkirin.
Bebika di çavdêriya yekîneyên Tenduristî û bijîşkan de, di hundirê kûvozê de birin balafirgeha Agiriyê û li vir kirin balafira ambûlans û sewqî Zanîngeha Hacettepeyê ya li Ankarayê kirin.