20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Ji ber ku rêya di navbera Silopî û Xabûrê da bi sedema qedexeya derketina derve nayê bikaranîn, kamyon di rêya stablîze da hatûçûnê dikin. Di wê rêya stablîze da dora wesayîtan bi nêzîkî 25 kîlometroyan dirêj bûye.
Hat ragihandin ku sedema dirêjbûna wê dorê, xirabbûna rewşa rêya stablîze ye, ne tempoya karkirina deriyê sînor e.
Piştî destpêkirina hatûçûnê di Deriyê Sînor yê Xabûrê ra, di rêya navbera Silopî û Cizîrê da doreke dirêj ya kamyonan çêbû. Kamyonên ku dixwazin xwe bigihînin deriyê sînor bi qasî 25 kîlometroyan dorek çêkirine û ji hezarî zêdetir wesayît di dorê da ne.
Yek ji ajovanê kamyonan Azîz Îlhan anî ziman ku ji bo biçin deriyê sînor, ev 4 roj e di sireyê da disekinin û destnîşankir ku barê wî malzemeyên paqijiyê ne, divê bibe Iraqê û mexdûr bûye.
Ajovanekî din bi navê Mehmet Tan jî bi heman şêweyî diyar kir ku 4 roj e di sireyê da ye û nizanin bê ka hê wê çi qasî din bisekinin û got, "Ji bo em xwe ji sermayê biparêzin em agir dikin û xwe germ dikin. Em gelekî mexdûr in, em hêvîdar in rayedar bi hewara me da bên."
Qedexeya derketina derve ya li silopiyê
Li silopiyê bi sedema qedexeya derketina derva ya di çarçoveya operasyonên dijî terorê da, heta demekê deriyê sînor ji hatûçûnê ra hatibû girtin û piştî vebûna derî sireyên dirêj çêbibûn.
Lê Silopiyê bi sedema berdewamiya qedexeya derketina dervayê, wesayît nikarin rêya serekî ya heyî bi kar bînin ji dêvla wê di rêya derekî ya ku hê çêkirina wê temam nebûye derbas dibin. Di çend rojên dawî da ji ber baranê rewşa wê rêya xirabûye û şerîdeke rê jî hatiye girtin. Kamyon di nav heriyê da diteqinin û bi alîkariya wesayîtên leşkerî têne derxistin. Ev yek jî dibe sedema dirêjbûna dorê.
Rayedarên ku rewşa wê rêyê weke sedema dirêjbûna rêzê destnîşan dikin ku rêz ne bi sedema giraniya karkirinê ya deriyê sînor e û dibêjin ku xelasî bi qedexeya derçûnê ya li Silopiyê hat ê di nava çend rojan da, rêya serekî ya Xabûr- Silopiyê ji hatûçûnê ra vebe.