DIYARBAKIR
Di teqîna tankêra LPG barkirî ya li Liceya navçeya Diyarbekirê, ji 66 birîndaran kesekî ku di nexweşxaneyê de tedawî didît, mir.
Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahît Kiraç ji bo ku kesên di teqîna tankêra LPG barkirî de birîndar bibûn ziyaret bike çû Nexweşxaneya Dewletê ya Selahettîn Eyyubî û Nexweşxaneya Dil a Zanîngeha Dicleyê.
Kiraç piştî ku birîndaran ziyaret kir daxuyanî da rojnamevanan û got ku di Nexweşxaneya Dewletê ya Selahettîn Eyyubî de 5 û di Nexweşxaneya Dil a Zanîngeha Dicleyê de jî 16 birîndar hene. Kiraç got ku ji 66 birîndaran kesê bi navê Fikrî Tertîp (38) miriye û cinazê wî dê bişînin Bîngolê.
Kiraç wiha axivî: "Xwedê me ji tiştên xirabtir biparêze. Qezayeke pir fecî ye. Ji ber ku tankêr welgeriya û teqiya, rêwiyên 2 otobêsan birîndar bûn. Ji 66 birîndaran 28 kes bi balafirambûlans û helîkopterên ku Wezareta Tenduristiyê şand ve sewqî Bîngol, Elazig, Şanliurfa, Kocaelî, Erzurum, Batman, Gazîantep û Edeneyê kirin. Em dia dikin ku kes nemre. Di gundên der û dor de xisar tuneye."
- Heyeteke pispor dê bişînin cihê bûyerê
Ji hêla din, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dê heyeteke pispor bişîne cihê bûyerê. Endezyarên makîneyê, pisporên tenduristiya kar û ewlekariya kar û polêsên trafîkê dê di heyetê de cih bigrin. Heyet ji bo ku xeta û sedemên qezayê tespît bike dê bi ajovan û şahidên bûyerê re biaxive.
Tankêreke LPG barkirî li ser rêya Diyarbekir û Bîngolê welgeriyabû û teqiyabû. Di teqînê de agir bi du otobus û çend wesayîtên din ên ku ji wir derbas dibûn ketibû. Di qezayê de 66 kes birîndar bibûn.