Serokomar Erdogan: "Dê başî cîhanê biguherîne ne hirs, xinc û hesed. Dê îhsan cîhanê li ser pêyan bigire, ne kîn û nefret."
Ahmet Aydın
13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Ankara
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya 5emîn Xelatên Qenciyê ya Navneteweyî bû û gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Firewn û Nemrûdên duhê hebûn, Firewn û Nemrûdên îroyin jî hene. Herwekî ku duh hebû îro jî têkoşîna heq û batilî heye. Dê ve tokoşîn îlanîhaye bidome. Dê başî cîhanê biguherîne ne hirs, xinc û hesed. Dê îhsan cîhanê li ser pêyan bigire, ne kîn û nefret."
Erdogan wiha axivî:
"Ez bi xemgînî dibêjim, di vê pêvajoyê de tevî hinek dewletên misulman welatên rojava, sazî û dezgehan îmtîhaneke xirab dan. Tiştên ku li Sûriye, Iraq, Yemen, Libya û Filistînê diqewimin, ji bo Misulmanan bû furqanek ku zordest ji bindestan, dost ji dijminan veqetand. Maske ketin, mekyaj jê çûn, rûyên rasteqîne derketin holê. Demokratên dilsoz û yên qaşo, berhildêrên mafê mirovan ên rasteqîne û yên ku vî karî îstismar dikin di vê pêvajoyê de îfşa bûn."
"Emê tehrîk nebin"
Serokomar Erdogan derbarê Netanyahu de got, "Heke li cîhanê zalimek hebe ew bi xwe ye. Tu hewl didî me tehrîk bikî, lê emê nebin. Çimkî em mensûbê dînekî kûrewî ne ku em bi van leyistokan naxapin."