Nihat Kavşut
24 Sibat 2021•Rojanekirin: 24 Sibat 2021
Di operasyona Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê û Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) da kesekî ku hat tesbîtkirin li Kenyayê li ser navê Eş-Şebaba rêxistina terorê dixebite, hat qefaltin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê û MÎTê tesbît kirin ku şikbarekî li Kenyayê li ser navê Eş-Şebaba rêxistina terorê dixebite û welatiyê Almanya-Îtalyayê ye, hatiye Enqereyê.
Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara binçavkirinê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê derketin operasyonê û A.B. binçav kirin.
Şikbar piştî kontrola tneduristiyê birin ewlehiyê.