Nihat Kavşut
24 Sibat 2021•Rojanekirin: 25 Sibat 2021
Di operasyona li Enqereyê da şikbarê hat tesbîtkirin di nav DEAŞa rêxistina terorê da berpirsiyerekî payebilind e, hat qefaltin.
Li gor agahiyan di operasyona Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê û Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎTê) da hat tesbîtkirin şikbarekî li Mûsilê di nav DEAŞa rêxistina terorê da berpirsiyarekî payebilind e, li Enqereyê ye.
Şikbar ji hêla Midûriyetên Şaxa Dijî Terorê û Îstixbaratê va hat şopandin.
Di teqîbatê da hat tesbîtkirin S.O. hê jî li ser navê rêxistinê dixebite û berê di artêşa Iraqê da serbaz bûye.
Wek mayîn hat tesbîtkirin S.O. qaşo wek "xenîmet" keçikeke 7 salî ya Êzdî ku ji Iraqê revandiye pê ra ye.
Bi hevkariya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara operasyonê hat dayîn.
Ji bona keçika biçûk zirarê nebîne ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ber destê sibehê derketin operasyonê û S.O. û N.H.R.yê pê ra hereket dikir qefaltin. Keçika hat xilaskirin jî teslimî wezîfedarên Midûriyeta Bajêr ya Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî kirin.