Kom li ser Kolana Erziromê li hev civiya û li vir duruşme berz kir. Midûrê Ewlekariyê yê Bajêr Bayram Coşkun bi Serokê Bajêr ê BDPyê Necmettîn Efe re axivî û xwest ku kom belav bibe.
Piştî demekê Namzedê Serokê Şaredariya Agiriyê yê BDPyê Sirri Sakik hat û Midûr Coşukn re axivî û xwest ku li ser otobêsa hilbijartinê bangî gel bike.
Sakik bi Alîkarê Serokê Giştî yê BDPyê û Parlamenterê Mûşê Demir Çelîk, Parlamenterê Agiriyê yê BDPyê Halîl Aksoy, Parlamenterê Mêrdînê yê BDPyê Erol Dara ve derket li ser otobêsê û bangî gel kir ku gel bela bibin.
Sakik got ku cihê wan cihê azadiyê ye û di Partiya Demokrasî û Aştiyê de cihê her kesî heye. Sakik got ku kesên ku raya xwe dane partiyên din jî bila beşdarî BDPyê bibin û wiha axivî:
"Ez her kesî re dibêjim werin vir. Ev der têra me hemûyan dike. Ji we tika dikim, hin kes dixwazin di kuçeyan de xwîn birije. Çawa ku hûn berê bi aqlekî selîm tevgeriyan, îro jî bi wî awayî tevbigerin. Lewra dibêjin 'heke tundî çêbibe Partiya Demokrasî û Aştiyê dê winda bike'. Em tundiyê naxwazin. Em li gor navê Partiya Demokrasî û Aştiyê, li gor aştiyê li Agiriyê tevbigerin. Ji bo hevkariya gelê Agiriyê ez sipasdar im. Heke ku gelê Agiriyê û esnafên Agiriyê di rûyê me de rastî neheqiyekê hatibin, ez li ser navê xwe û li ser navê partiya xwe ji wan lêborînê dixwazim. Xwedê alîkariya me bike."
Kom piştî axaftinê bê bûyer belav bû.