ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê keç li quntara çiyayê Cûdiyê pembû diçinin.
Keç bi minîbusan ji gundên dorberê tên zeviyên pembû û dest bi çinîna pembû dikin. Keç ber destê sibehê tên kar û heta êvarê dixebitin.
Keç dema ku pembû diçinin ji bo wext xweş debas bibe bi tirkî û kurdî sitranan dibêjin.
Emîne Koysuya (21) ku di çinîna pembû de dixebite got ku ez rojê 100 kîlogram pembû berhev dikim û wiha dewam kir: "Du sal e ez di berhevkirina pembû de dixebitim. Malbata min dil nake, lê dîsa jî ez dixebitim. Rojê 100 kîlogram pembû berhev dikim û rojê 35-50 lîre destheqa xwe distînim."
Emîne Yilmazê (15) jî got ku ji malbata min 3 kes di vî karî de dixebitin û wiha axivî: "Alîkariya malbata xwe dikim, zehmet e, lê dîsa jî ji mecbûrî dixebitim."
Musa Zengînê ku li ser serê xebatkaran çawîştiyê wiha got: "12 sal e ez çawîştiyê dikim. Îsal pembû bi ber nebû û biha jî kêm e. Serê kîlogramekê 300 lîreyî didin. Xebatkarek rojê 140-200 kîlogram pembû kom dike. Hin xebatkar rojane 35-40, hin kes jî 60-70 lîreyî qezenc dikin. Pembûyê ku xebatkar berhev dikin destê ewil e, rind e, paşê jî wê bi bîçeran pembûyê di zeviyan de biçinin."