Ali Kemal Akan
22 Mijdar 2024•Rojanekirin: 22 Mijdar 2024
Serokê Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş der barê biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) ya der heqê Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê û yoav Gallantê Wezîrê Parastinê yê berê da got ku "Biryara girtinê biqasî ku ji bo pêşeroja mirovahiyê hêviyê dide nîşaneya wê yyek ye pêkan e ku mertala parastinê ya li ser Netanyahu û çeteya wî dê rabe."
Kurtulmuş ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da zanîn ku biryara girtinê ya ku DCNyê der heqê Netanyahu û Gallantê ji berpirsyarên komkujiya li Xezeyê da xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Kurtulmuş diyar kir ku piştî biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bi vê biryarê dest li Îsraîla wisa dihat zenkirin ku niakrin dest lê bidin, dan û ev gotin:
"Ev biryar encama piştgiriya ku 'eniya mirovahiyê' dida gelê Filistînê ya masûm û mezlûm e. Wijdan û edalet dê qezenc bike, zilm û hovîtî dê winda bike. Biryara girtinê biqasî ku ji bo pêşeroja mirovahiyê hêviyê dide nîşaneya wê yyek ye pêkan e ku mertala parastinê ya li ser Netanyahu û çeteya wî dê rabe. Her wiha heta ku biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi cî bîne mijareke acîl e ku endamtiya Îsraîlê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber sepanên wî yên apartheîd ên komkujiyê dike bê rawestandin û civaka navneteweyî vê mijarê bîne rojevê."