Ahmet Aydın
05 Hezîran 2019•Rojanekirin: 07 Hezîran 2019
Li Yayladagiya navçeya DEAŞê 3 kesên ku tê îdiakirin endamên DEAŞê ne dema ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibin hatin girtin.
Li gorî agahiyan li taxa Aşagipulluyaziya girêdayî navçeya ya li ser sînorê Sûriyeyê hêzên ewlekariyê ku li ser sînorê Sûriyeyê dewriye diavêtin, dîtin ku wesayitek îxlala sînor dike û hewl dide ku têkeve nav axa Tirkiyeyê.
Eskeran otomobîl ragirtin û A.M, M.H, û C.Z ku di nava otomobîlê de bûn binçav kirin.
Herwiha di lêgerîna di nava otomobîlê de hejmarek gelek çek, muhîmat û teqemenî hat desteserkirin.
Hersê gumanbarên Sûriyeyî ku tê îdiakirin endamên DEAŞa rêxistina terorê ne piştî karûbarên wan ên li navenda cendirmeyê, ji edliyeyê re hatin sewqkirin û biryara dadgehê hatin girtin.