Ahmet Aydın
26 Gulan 2020•Rojanekirin: 27 Gulan 2020
Li Midyada navçeya Mêrdînê ji ber sînordarkirina derketina derve ya di çarçoveya tedbîrên ji bo cureya nû ya koronavîrusê (Kovîd-19) de cadde û kolan bêndeng û vala bûn.
Sînordarkirina derketina derve ya ku di maweya tevî rojên cejna remezanê 4 rojan hatibû ragihandin, li Midyadê bêndengî bi dû xwe de hişt û nava bajêr vala bû.
Polîsên trafîkê yên Amirtiya Buroya Trafîkê ya Rêveberiya Ewlekariya Navçeya Midyadê, di sînordarkirina derketina derve de li ser rê û xaçerêyan teftîşên xwe didomînin.