Ahmet Aydın
24 Gulan 2020•Rojanekirin: 24 Gulan 2020
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi boneya Eyda Remezanê ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî parvekirinek kir.
Serokomar Erdogan di parvekirina xwe de wiha got, "Di van saetên ku şev ber bi sibehê ve diçe, em di nava xebatên xwe de digel endamên fîdakar ên AKPartiya me, em diçin eyda hev û hesba halê dikin. Eyda Remezanê li her takeyekî gelê xwe yê ezîz, hemî birayên me yên ku bi eşqa memlaket ya di dilê xwe de dixebitin pîroz dikin."
Di parvekirinê de wêneyekî ku Erdogan dema civîna bi vîdeo konferansê bi AK Partiyiyan re girtiye hat belavkirin.
Di wêne de Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin xuya dikin.