Serokwezîr Erdogan der heqê nivîskar Emre Uslu û rojnameya Tarafê de ji ber nivîsa wî ya bi navê "Bi giştî bigrin" ya der barê girtina dersxaneyan de doza 50 hezar lîreyî ya manewî vekir.
Parêzerên Erdogan Alî Ozkaya û Muammer Cemaloglu di daxwaznameya dozê de qunciknivîsa Uslu ya ku di 21ê mijdarê 2013an de nivîsîbû jî dan.
Di daxwaznameyê de hat gotin ku Uslu gotinên wiha kirin e: "Wawik, bêehleq, derewkar, xaîn, li pêş perdê cuda li pişt perdê cuda" û wiha hat gotin: "Dozlêkirî, dikaribû bêyî van gotinan jî nivîsek binîvîsanda û xizmeta çapemeniyê bikira. Lê armanca wî ne ev e. Armanca wî ew e ku bi awayekî giran heqaretî muwekîlê me bike."
Daxwazname dibêje ku nivîs zirarê bi tenê nade Serokwezîr Erdogan, zirarê dide çapemeniyê û civakê jî û tê de wiha hatiye nivîsandin: "Bi vê weşanê êrîşek li ser mafên Serokwezîr Erdogan û kesayetiya wî ya manewî hatiye kirin. Azadiya çapemeniyê û mafê rexnekirinê tu carê ji bo kesên ku bi metnên navnetewî, destûrê û bi qanûnan ve tên parastin nabe sedema heqaretê."
Di daxwaznameyê de ji Uslu û rojnameya Tarafê 50 hezar lîre tazmînata manewî hat xwestin.