İbrahim Atmaca
25 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2019
Sarîqamîşa navçeya Qersê li Tirkiyeyê ji bo qada jiyana werşeqan ji qadên herî girîng yek e û ji bilî werşeqan gelek heywanên kovî jî li daristanên qajê yên navçeyê dijîn. Hat ragihandin, ji ber ku ji dêvla xezalên qemer, mecbûrî bi kêvrîşk û ajalên din dixwin, laşê wan piçûk bûye.
Werşeq nava rojê zêde dernakevin û nagerin, herî zêde bi şev dertên û peyê rizqê xwe digerin. Mensûbên Komeleya Siruşta Bakur ji bo ku jiyana werşeqan a efsûnî derxe holê 6 sal berê bi destûra Midûriya Giştî ya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanê li navçeya Sariqamîşê dest bi xebatan kir û ev xebat hê didomin.
Di çarçoveya xebatan da li herêmên Hamamli, Sulu Dere, Cibiltepe, Acisu, Kizilcubuk û çiyayên Allahuekberê ku ev der li welêt cihên herî girîng ên werşeq lê dijîn ev der in û bilindahiya van deran di navbera 2200 û 3 heza raqimî da ne, fototele û vîdeotele hatin bicihkirin û bi saya fototele û vîdeoteleyan der heqê werşeqan da daneyên balkêş hatin bidestxistin.
Di encama lêkolînên komeleyê da derket holê ku li Tirkiyeyê him werşeqa Qafqasyayê him ya Avrasyayê dijîn.
Werşeq xezalên qemer dixwin û dijîn, lê ji ber ku li herêma Sarîqamîşê xezalên qemer kêm bûne, hat fêmkirin ku werşeqên Sarîqamîşê kêvrîşk û mişkan dixwin.
Di lêkolînê da hat tesbîtkirin, werşeqên li Tirkiyeyê dijîn ji ber ku ji dêvla xezalên qemer, kêvrîş û mişkan dixwin, girbûn û berbûna wan li gor werşeqên Ewropayê yên ku xezalên qemer dixwin, piçûk e.
Kordînatorê Zanistê yê Komeleya Siruşta Bakur Emrah Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Me di xebatên xwe da kewş kir ku werşeqên li welatê me ji yên Ewropayê piçûktir in. Lewra li Ewropayê werşeq bi xezalên qemer dixwin, li vê derê jî kêvrîşk û cureyên mişkan dixwin û dijîn. Ji ber vê jî werşeqên Sarîqamîşê li gor yên Ewropayê piçûk mane."