ŞANLIURFA
Herana ku bi Zanîngeha Îslamê ya ewil, malên biqube, resedxane û avasaziya xwe ya cuda ve bi navdar e ji bo ku zêde bê naskirin dê li Îtalyayê bê nasandin.
Herana navçeya Rihayê di dîrokê de di nav cihên navdar ên herî kevn de cih digre. Navçeyê demekî jî asuriyan û emewiyan re paytextî kiriye. Kesên ku tên Heranê bermayiyên Zanîngeha Îslamê ya ewil dibînin û di dîrokê de dikevin rêwitiyê.
Qaymeqamê Heranê Muhammet Selamî Yazici ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku malên biqube yên Heranê navdar in û li navçeya Alberobelloya Îtalyayê û bajarên Şam û Heleba Sûriyeyê wek van malan mal hene.
Yazici got ku Alberobello û Heran di 2013an de bûne birabajar û wiha axivî:
"Salê milyonek turîst diçin Alberobelloyê. Li gor me ev der 10 qat zêdetir dikare turîstan bike mêvan. Lewra li wir bi tenê malên biqube hene. Ew wan malan jî nû ve saz dikin û wan dikin otêl, xwaringeh, kafe. Li navçeya me jî xêynî van malan bermayiyên zanîngeha ewil a dinyayê hene. Sûreke 4 kîlomêtroyî û keleyek heye. Lê dîsa jî bi qasî 21 hezarî turîst tên. Bi protokola ku me bi bajarê bira ya Alberobelloyê ve kir turîstên ku diçin li wir dê Heranê jî nas bikin. Em hêvî dikin ku turîstên li wir dê werin Heranê jî."