27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
ANKARA
Serlêdan ji bo pêşbaziya navneteweyî ya fotografên xeberan Istanbul Photo Awards 2017 ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê ve tê lidarxistin berdewam in. Pêşbaziya ku muraceeta wê 31ê Çileyê bidawî dibe îsal bi navên xwedî îddia yên di jûriyê de balê dikişîne.
Jûriya navneteweyî ya pêşbaziyê wek salên berê ji navên naskirî yên alema fotograferiyê pêk tên. Gerînendeyê Paris Match Dijitalê Marion Mertens Noor, Fotograferê navdar ê ajansa xwe Yuri Kozirev, peyamnêrê fotoyê yê sporê li Getty Imagesê Cameron Spencer di jûriya 2017an a Istanbul Photo Awardsê de cih digirin. Sergey Ponomarevê ku li Istanbul Photo Awards 2016ê di warê fotoyê de bû yekemînê xebera tekane û bi heman fotoyê xelata Pulitzerê wergirt jî di jûriya îsal de ye.
- Gerînendeyê xwedan tecrube yê Paris Matchê
Gerînendeyê Paris Match Dijitalê Marion Mertens Noor, ji sala 1998an û vir ve li Kovara Paris Matchê dixebite. Mertens, formatên wek mobîl, tablet û înternetê yên kovarê birêve dibe. Herwiha berê jî 15 salan cîgiriya edîtorê xeberan di heman kovarê de kiriye. Mertens li Gamma Presseê dest bi vî îşî kiriye û berî derbasî Paris Matchê bibe li cihên wek Le Figaro, l’Express û and VSDê xebitiye.
- Peyamnêrê fotoyê yê pispor li Getty Imagesê
Peyamnêrê fotoyê yê sporê li Getty Imagesê Cameron Spencer di jûriya 2017an a Istanbul Photo Awardsê de cih digire. Spencer ji 2004an û vir ve bi awayekî profesyonel li ser fotograferiya spor û portreyê dixebite. Di vewejartina kategoriyên tekane spor û kom sporê yê Istanbul Photo Awards de dê şiroveyên fotograferê navnar girîng bin.
- Ji Istanbul Photo Awards 2016ê ber bi Pulitzerê
Sergey Ponomarevê Rûs ku li Istanbul Photo Awards 2016ê bi fotoyê "Penaber" di warê fotoyê de bû yekemînê xebera tekane û bi heman fotoyê xelata Pulitzerê wergirt jî di jûriya îsal de ye
Fotograferê navdar ji sala 2003an heta 2012an ji bo Associated Pressê xebitiye û bi New York Timesê kariyera xwe domandiye bi fotoyên xwe yên drama Xezeyê sala 2015an xelata "World Press"ê wergirt. Ponomarev bi fotoyên çanda Rûs û jiyana rojane ya li Rûsyayê disêwirînin derketiye pêş û hem di qada neteweyî hem jî navneteweyî de gelek xelat wergirtine.
Kuratora navdar di warê karûbarê multimedyayê de Liza Faktor, Dîrektorê Geşdayîna Kar û Belavkirina Fotoyan li AFPê Michel Scotto, Dîrektorê Navenda Fotografan li Şanghayê û peyamnêrê fotoyê yê xwedî xelata Pulitzerê Liu Heung Shing, şêwirmendê medyaya dîtbarî û peyamnêrê fotoyê Georges De Keerle, Gerînendeyê Xeberên Dîtbarî yê AAyê Ahmet Sel û Edîtorê Fotografan Fırat Yurdakul jî di nav endamên jûriyê de ne.
Gerînendeyê Xeberên Dîtbarî yê AAyê Ahmet Sel diyar kir ku Istanbul Photo Awards diyar kir ku îsal jî jûriyeke xwedan prestîj pêk anîne û got:
“Yuri Kozirev, Sergey Ponamarev û Cameron Spencer salên dawîn di warê xeber û sporê de mora xwe li binê xebatên serkeftî xistin. Herwiha Gerînendeyê Paris Match Dijitalê Marion Mertens Noor ku yek ji kovarên herî mezin ên magazînê ye di jûriya pêşbaziya Istanbul Photo Awardsê de hene. Marion Mertens sektora fotograferiya xeberî birêve dibe û rêvebirê Paris Matchê ye ku rojeva fotografên xeberî yên cîhanê diyar dike."
Dîrektora Ragihandina Dezgeyî ya AAyê Esra Kireçci jî da zanîn ku pêşbazî dikeve sala xwe ya sêyemîn.
- Encam li adarê diyar dibin
Jûriya Istanbul Photo Awards 2017a ku Rêhewaya Tirkiyê (THY) û Serokatiya Hevkarî û Kordînasyonê y Tirkiyê (TÎKA) sponsoriya wê dikin dê adara 2017an bicive. Dê muraceetên ji çar aliyên binirxîne. Piştî vewejartina destpêkê dê endamên jûriyê dê ji aliyê naverok, ciwanî û teknîkî ve fotografên herî biqewet ên bûyerên 2016an diyar bikin.
Serlêdanên li ser navnîşana www.istanbulphotoawards.comê tên kirin 31ê Çileyê bidawî dibin.