Elif Orhan
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
MADRID
Rêxistina Azadî û Warê Baskê (ETA) ya ji bo ku li başûrê Fransayê û bakurê Îspanyayê dewleteke serbixwe ava bike têkoşîn dida eşkere kir ku xwe bi temamî fesx kiriye.
ETA di nameyeke ku ji sazî û dezgehên civakî yên sivîl ên herêma Baskê re şand de îlan kir ku "hemû saziyên xwe bi temamî fesx kir."
Digel ku dîroka nameyê 16ê nîsanê ye di malpera Îspnayol a "eldiario.es"ê de îro hat weşandin û ETAyê di malperê de diyar kir ku "Mesûliyeta xwe ya di neserkeftina di çareseriya 'pevçûna siyasî' ya li Baskê de qebûl kiriye".
Di nameyê de hat destnîşankirin ku li herêma Baskê ji bo ku dawî li pevçûnan bînin û dahatûyeke hevpar ava bikin bi firsendekî re rû bi rû ne û hat gotin ku "Em şaşiyan dubare nekin, destûr nedin ku pirsgirêk bi cî bin."
- "ETA bi ragihandina fesxkirina xwe dê tu tiştê bi dest nexe"
Wezîrê Karên Navxweyî Juan Ignacîo Zoîdo di daxuyaniya ku piştî îlana rêxistinê kir de soza domandina lêpirsîna der barê sûcên ku dixin sitûyê ETAyê da.
Zoîdo nirxandina "ETA bo sozdayîna dawîlêanîna kuştinê tu tişt bi dest nexist, bi ragihandina fesxkirina xwe dê tu tiştê bi dest nexe."
ETAyê di daxuyaniyeke din a ku di 20 nîsanê de di rojnameya Garayê de hat weşandin de cara ewil ji gel lêborînê xwestibû û poşmaniya xwe anîbû ziman.
Rêxsitinê berpirsyariya xwe ya di çalakiyên wekî cinayet, birîndar, êşkence û sedembûna koça komî qebûl kiribû û gotibû ku "Di maweya têkoşîna çekdarî ya demdirêj de em bûn sedema êşên mezin. Em dizanin ku telafiya vê yekê tune."
Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku "Em bi rastî jî xemgîn in. Çalakiyên me yên di dema pêvajoya têkoşîna çekdarî de zirarê da gelek kesên ku di pevçûnê de tu berpirsyariyên wan tune. Em bûn sedemê gelek zirarên mezin ên ku nikarin telafî bikin. Em ji van mirov û xizmên wan efûyê dixwazin."
Endamên di hepsê de yên ETAya ku di sala 1959an de hat damezrandin û çalakiya çekdarî ya ewil di temûza 1961ê de kir piştî ku rêxistinê xwe fesx kir hêvî dikin ku wan sewqî girtîgehên nêzî malbatên wan bikin û endamên rêxistinê tên ku tevî çalakiyên şîdetê nebûne jî hêvî dikin ku serbest bên berdan.
Wezîrê Karên Navxweyî Juan Zoîdo jî gotibû ku heke ETA xwe fesx jî bike dê tu tiştê nedinê.
- Ji 800î zêdetir mirov kuştin
ETA di sala 1961an de çalakiya xw eya çekdarî ya ewil kir û tê sûcdarkirin ku ji 800î zêdetir mirov kuştine.
ETAya ku di nîsana 2017an de îlan kir ku dev ji çekan berda ye di nav lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê de cî digirin.
ETAyê di nîsana 2017an de îlan kir ku dev ji çekan berda û li Îspanyayê 228 kesî li Fransayê jî 52 kes û li Portekîzê jî kesekî tê sûcdarkirin ku endamê ETAyê ne di hepsê de ne.