Muhammet Kurşun
24 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
ANKARA
Serokatiya Artêşa Tirkiyê ragihand ku ji 24ê Sibatê pê ve li hemû taxên Babê kontrol bi dest ketiye û paqijiya astengî, mayin û teqemeniyên destî berdewam e.
Li gor daxuyaniyê di çarçoveya Mertalê Feratê de herêma Babê bi temamî hatiye kontrolkirin.
Armanca Mertalê Feratê ew bû ku sînorê xwe ji tehdîda terorê paqij bike û li bakurê Sûriyê herêmeke ewle ya ku sivîl bikaribin tê de bijîn ava bike.
Artêşa Azad û Tirkiyê, 24ê Tebaxê Herekata Mertalê Feratê dabûn destpêkirin û piştî paqijkirina neqeba Ezaz û Cerablûsê meha Kanûna 2016an berê xwe dabûn Babê.
Di roja 184emîn a Herekata Mertalê Feratê de heta niha hezar û 900 kîlometre çarkoşe ji rêxistinên terorî hatiye paqijkirin.
Kûrahiya herekatê jî ji sînorê Tirkiyê û ber bi hundirê Sûriyê ve gihîşt 35 kîlometreyî.