08 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
WASHINGTON
Koalîsyona li dijî DEAŞa rêxistina terorê ya bi pêşîkêşiya Amerîkayê ragihand ku hêzên alîgirên rejima Sûriyeyê êrîş bir ser baregeha PYD/PKKya navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi kar tînin.
Di daxuyaniya bi destê Operasyona Biryardariya Siruştî ya Hêzên Wezîfeya Bihevra da hat gotin ku hêzên alîgirên rejima Esed êrîş birin ser "baregeha HSDyê" ya 8 kîlometre li rojhilatê Feratê dikeve.
Hat ragihandin ku tu hewleke bibe sedema êrîşê neqewimîbû û di wextê êrîşê da jî eskerên koalîsyonê li baregehê bûn.
Di axuyaniyê da wiha hat gotin: "Koalîsyona li dijî DEAŞê hatibû avakirin jî li hemberî wan êrîşan bi armanca berferefkirinê êrîşa dijber li dar xist.
Hat destnîşankirin ku koalîsyon li geliyê Ferata Navîn têkoşîna xwe ya li dijî DEAŞê didomîne.