Haydar Şahin,Abdullah Tel
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
ADDÎS ABABA
Serokê Heyamê yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Tekeda Alemu diyar kir ku ji bo nirxandina bûyerên ku li Arakana eyaleta Myanmarê diqewimin KENYê di nava vê mehê da dubare wê bicive.
Alemu piştî Civîna Şêwra Hevpar a Salane ya 11an ya Konseya Ewlekariyê û Aştiya Yekîtiya Afrîkayê û KENYê daxuyanî da û diyar kir ku di civînê da li ser pirsgirêkên ewlekariyê yên li Somalî, Sûdana Başûr, Hewzeya Gola Çadê û înşakirina aştiya piştî pevçûnan axivîn.
Alemu got peymana aştiyê ya ku di sala 2015an da navbera aliyên Sûdana Başûr da hatibû îmzekirin piştî pevçûnan xirab bû û wiga axivî: "Dibê ev peyman bê parastin, pêkanîn û zîndekirin."
Alemu got biryar dan ku piştgiriyeke ji berê zêdetir bidin Otorîteya Pêşketina Di Navbera Hikûmetan Da.
Alemu destnîşan kir ku piştgiriyeke baş ji bo Mîsyona Somaliyê ya Yekîtiya Efrîqayê (AMISOM) ya li Somaliyê kar dike nayê dayîn û ji bo peydakirina fonan jî rastî gelek pirsgirêkan tên.
- KENY wê li ser Arakanê bisekine
Alemu piştî daxuyaniya çapemeniyê bi nûçegihanê AAyê ra xeberda û got: "KENY di nav meha îlonê da ji bo li ser meseleyên Arakanê diqewimin bisekine wê bicive.
Di xeberdana xwe da Alemu destnîşan kir ku pêşniyazên di dawiya meha borî da ji bo Arakanê hatin dayîn nehatibûn qebûlkirin û li ser wan meseleyan wê dîsa bisekinin.
KENY di dawiya meha borî da li ser daxwaza Îngiltereyê di rûniştina pişt deriyan da bi ser Arakanê da xwar bûbû. Piştî civînê tu tiştek xêrê ku bi kêrî Arakanê bê derneket û hat ragihandin ku ev yek ji bo Myanmarê peyam bû.
Di vê navberê da NYyê ragihand ku di nav du hefteyên dawîn da hejmara misilmanên ji Arakanê ji ber bûyerên tundiyê yên li Myanmarê reviyan û xwe spartin Bangladêşê gihîşt 270 hezar kesî.