13 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
HEWLÊR
Berpirsiyarê Karên Derva yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hemîn Hewramî destnîşan kir ku pêşmergeyan Şingala navçeya Mûsilê bi temamî rizgar kir û wiha got: "Îdiayên ku dibêjin PKK, YPG û YPJyê Şingalê rizgar kirine rast nînin. Şingal bi destê pêşmergeyan hat rizgarkirin."
Hewramiyê ku li Çiyayê Şingalê di nav tîma operasyonê da cî digire daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha xeberda: "Hêzên pêşmergeyan Şingal bi temamî rizgar kir. Îdiayên ku dibêjin PKK, YPG û YPJ tevlî operasyonê bûne û Şingalê rizgar kirine rast nînin. Şingal bi destê pêşmergeyan hat rizgarkirin. Ji xeynî pêşmergeyan hêzeke din tevlî operasyonê nebû. Heger PKK li pişt îdiaya xwe ye ev salek e li ku ye?"
Hewramî diyar kir ku tenê pêşmerge tevlî operasyonê bûn û wiha dewam kir: "Hêzên ku dibêjin ji xeynî me kesî ji bo Şingalê şer nekiriye propagandaya siyasî dikin. Îdiayên wiha bêbingeh in."
Hewramî diyar kir ku operasyona rizgarkirina Şingalê bi destê Mesûd Barzanî hat hazirkirin û îdarekirin û wiha xeberda: "Operasyona Şingalê bi destê pêşmergeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Hin medya îdiayên din dikin, ev tenê ji bo propagandaya siyasî ye."
Hewramî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku balafirên hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê da jî piştgirî dan operasyonê.