Haydar Şahin
11 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Appaz Îliyevê ji Înguşetyayê yê wekî merivê herî kal ê Rûsyayê di qeydan da cî digre di 123 saliya xwe da mir.
Li gor xebera TASS a ajansa nûçeyan a Rûsyayê, Îliyevê li nexweşxaneyeke li Komara Înguşetyayê di komayê da bû di 123 saliya xwe da mir.
Îliyevê ku nevîçirçirkê xwe (neviyê neviyê xwe) jî dît wekî "merivê herî kal" kete qeydan.
Yunusbek Evkurovê Serokomarê Înguşetyayê diyar kiribû ku ji bo Îliyevê di 1ê adara 1896an da hatiye dinyayê wekî merivê herî kal ê dinyayê were qebûlkirin serîlêdan kirine.