Emre Gürkan Abay
12 Nîsan 2023•Rojanekirin: 12 Nîsan 2023
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand, wan ji bo ceribandinê fuzeya balîstîk a nêvparzemîn agir kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Rûsyayê da hat destnîşankirin, ji polîgona Kaputsin Yar a li herêma Astrahanê ya li başûrê welêt, fuzeya balîstîk a nêvparzemîn hat firandin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, firandina ceribandina fuzeyê bi awayekî serkeftî pêk hat û wiha hat gotin, "Armanca firandinê, ceribandina ekîpmanên fuzeya balîstîk a nêvparzemîn a pêşketî bû."
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin, fuzeyê li hedefa li polîgona Zer-Şagan a li Qazaxistanê xist.