ANKARA
Balyozê Tirkiyê yê li Qahîreyê Huseyn Avnî Botsalî ji bo ku beşdarî îstîşareyê bibe, hat vexwendin ku bê Ankarayê.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di vegera xwe ya Tirkmenistanê de di balafirê de ji nûçegihanan re daxuyand ku Balyozê Tirkiyê yê li Qahîreyê Huseyin Avnî Botsali ji bo ku beşdarî îstîşareyê bibe, hat vexwendin ku bê Ankarayê.
Di daxuyaniya wezareta Karên Derve de jî hat gotin ku Botsali dê îro li welêt be.
Misir Balyozê xwe yê Ankarayê vexwend ku bê Qahîreyê.
Wezareta Karên Derve ya Misrê daxuyaniyek da û ragihand ji bo ku li ser van bûyerên dawî biaxivin, gazî Balyozê xwe yê Ankarayê Abdurrahman Salahaddîn kirin.