BATMAN
Ji bo pirtûkxaneya Lîseya Petrolê ya Batmanê 200 pirtûkên kurdî hatin sitandin.
Midûrê Lîseya Petrolê ya li taxa Bayindirê Şîrîn Ashî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 200 pirtûkên kurdî sitandine û ji bo bikaranîna xwendekaran danîne pirtûkxaneya dibistanê.
Ashî, îfade kir ku piraniya pirtûkan ji aliyê weşana Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî ve hatina çapkirin û wiha got: "Me ji bo pirtûkxaneyê 200 pirtûk sitandin. Di nav pirtûkan de meala Qurana Pîroz, wergera klasîkên dinya û klasîkên tirk jî hene. Ji bilî van weşanên TRTê jî hene. Xwendekar kêngê bixwazin dikarin bigrin û bixwînin. Bi sitandina pirtûkan xwendekar tevî malbatên xwe ve kêfxweş bûn."