22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2015
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi lijneya Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HÛDER) re hat bal hev di çarçoveya bernameya li vir da axivî.
Serokomar Erdogan: "Bûyera ku li ber garê qewimî bûyereke wisa bü ku nîşan dide ku teror çawa kolektîf tê tetbîqkirin. Radibin dibêjin 'Vir DAEŞê kir, nizam kî kir'. Ev bi temamî çalakiyeke terorê ya kollektîf e. Vir DAEŞ jî heye, PKK jî heye, vir el Muxaberat jî heye, vir PYDya rêxistina terorê ya li bakurê Sûriyeyê jî heye. Hemûyan bi hev re wek hevpar ev çalakî kirine."
Serokomar Erdogan got ku derdikevin li der û dorê bi awayekî bê perwa, bê edep û bê exlaq gotina dîktatorê dibêjin û wiha axivî: "Ji bo Xwedê ez dipirsim, hûn di 28ê sibatê da li ku bûn, 12ê îlonê da li ku bûn? Dema ku paşayê 12ê îlonê serokomarî dikir, we carekê ev gotin, ev têgeh bi kar anî? We hîç ji dîktatorê rasteqîn ra karibû bigota dîktator? Nikarin bêjin, negotin, lewra ji Sultan Abdulhamît Xanê cennetmekan ra jî digotin tu dîktator î. Ev ên ku niha vê gotinê dibêjin jî ji nifşa wê dewrê ne, dewama wan in."
Erdogan got:"(Li Diyarbekirê ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve bikaranîna karîkatura ku heqaretê Hz. Mihemed dike) Wek mirovek wek misilmanek ev yek zora min diçe. Ez di vê meqamê de nikarim bibêjim 'deng bidin vî, deng bidin wî an jî nedin.' Baş binêrin ka hûn deng didin kî, bifikirin. Min her dem bi zimanê dil bi birayên xwe yên kurd re xeber da. Ez niha jî dibêjim ku li hember terorê, terorîstê, rêxistinên terorê wêrek bin. Bi wêrekî mesafeyê bixin navbera xwe û van hayjixwetuneyên ku bi awayekî bêperwa heqaretê nirxên me yên herî pîroz dikin."
-Di navbera PKK, PYD, YPG, DAEŞê de tu ferq tune ye
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Bûyera ku li ber garê qewimî bûyereke wisa bü ku nîşan dide ku teror çawa kolektîf tê tetbîqkirin. Radibin dibêjin 'Vir DAEŞê kir, nizam kî kir'. Ev bi temamî çalakiyeke terorê ya kollektîf e. Vir DAEŞ jî heye, PKK jî heye, vir el Muxaberat jî heye, vir PYDya rêxistina terorê ya li bakurê Sûriyeyê jî heye. Hemûyan bi hev re wek hevpar ev çalakî kirine. Wan ev êrîş bi hev du ra li dar xistin, ya rast ev çalakî ji bo 1ê mijdarê hat kirin. Ma hûn li ser hûrdibin, li ser difikirin? Bûyer çêdibe. Hê bûyer çawa çêbû, bi destê kî hat kirin, çawa çêbû ne diyar e, qaşo siyasetmedarekî derdikeve xeber dide, ma çi dibêje? Dibêje 'Qesrê ev bûyer lidarxist.' Dibêje 'dewleta kujer.' Ma tu ji ku derê ve pê zanî? Ma di destê te da daneyên çawa hene, tu li gorî kîşan belge û daneyan wiha xeber didî? Lê ev kesana, kesên sloganîk in, jiyana xwe li ser axaftinên wiha sloganîk birêve dibin."
Erdogan got, "Alîkariya herî mezin DAEŞ bi rêya çalakî û dîmenên ku di kamuya navnetewî de parve kir ve, dide rejim û PYDyê. Li ba me di navbera PKK, PYD, YPG, DAEŞê de tu ferq tune ye. Hemû jî rêxistinên terorê ne. Hemû jî xwîna însanê me dirêjin, wekî makîneyên wehşetê ne."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû:
"Helbet em ê wekî welatekî ku dijî terorê têdikoşe, her roj lê esker şehîd dibin bi xesasî tevbigerin û mafê xwe yê xwe parastinê bikarbînin. Rêxistinên terorê yên ku li Sûriyê roj bi roj bihêz dibin, dibe ku îro herî zêde li ser welatê me bandora wan hebe. Lê diyar e ku ev hêz ew ê roj bi roj mezin bibin, qada ber xwe fireh bikin û li hemû dinyayê belav bibin. Îro nebe ew ê sibê çêbe, ew mayinên ku li herêmê tên binerdkirin ew ê zirarê bidin kesên ku wan binerd kir jî. Cirma agirê terorê yê ku li Sûriye û Iraqê tê gurr kirin, bedêla demokrasiya Misir û Libyayê îro nebe ew ê sibê hemû dinya bide."
Erdogan di dawiya axaftina xwe da spasiya lijneya HÛDERê kir û got ji bo wan serkeftin xwest.