19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî hevdîtina ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li Kulliyeya Serokomariyê kir, daxuyanî da çapemeniyê û kabîneya nû eşkere kir.
Hevdîtina Serokomar û Serokwezîr bi qasî saetek û 50 deqîqeyî dewam kir.
Serokwezîr Yildirim daxuyand ku Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik wek alîkarên serokwezîr hatin wezîfedarkirin.
Yildirim diyar kir ku Abdulhamît Gul wek Wezîrê Dadê, Julîde Sarieroglu wek Wezîra Xebat û Ewlehiya Civakî hat wezîfedarkirin.
Parlementerê Bursayê Hakan Çavuşoglu bû Alîkarê Serokwezîr.