24 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
TBMM
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Tevlihevî û bûyerên li erdnîgariya me girîngî û rewşa Tirkiyeyê ya li herêmê zêde dike. Haya me ji vê heye. Em ê bi vê hişmendiyê çi bikin, ya rast hêsan e, em ê hejmara dostên xwe zêde bikin û ya dijminên xwe kêm bikin."
Bînalî Yildirimê ku wekî Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê hat hilbijartin, beşdarî komcivîna ewil a partiya xwe bû.
Yildirim got: "(Bismîllah) Em ê bi eşqa roja ewil, di serdema nû da xizmeta gelê xwe bikin. Bila bi xêr be."
Yildirim wiha got: "Ez ji gelê xwe dipirsim, Serokomarê ku raya 21,5 milyon welatiyan sitendiye wê çi bike, li hember gel berpirsiyar e. Nikare bibêje 'ez bêpersiyar im.' Berpirsiyariya siyasî heye. Serokomarê me jî vê berpirsiyariya siyasî bi cî tîne."
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe da behsa vana kir:
"Divê em têkiliya fiîlî ya Serokomarê ku bi rêya hilbijartinê hat ser wezîfeyê di makezagonê da ji nû va vesazbikin, wezîfeya herî girîng a koma AK Partiyê ev e, ev deynê stûyê me ye. Ev mesele tenê meseleya Serokomarê me nîne, ev mesele ji bo pêşeroja Komara Tirkiyeyê pirsgirêk e."
- "Tu kes nikare bi Tirkiyê ra zendebaziyê bike"
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ku tu kes nikare bi Tirkiyeyê ra zendebaziyê bike û wiha dewam kir: "Têkoşîna me ya dijî rêxistina Paralel dê bêyî dudilî û tawîz bidome. Tu kes nikare bi Tirkiyê ra zendebaziyê bike. Yek dewletek heye, yek wetanek heye, yek alayek heye, yek miletek heye"
- "Em ê hejmara dostên xwe zêde bikin û ya dijminên xwe kêm bikin"
Serokwezîr Yildirim: "Tevlihevî û bûyerên li erdnîgariya me girîngî û rewşa Tirkiyeyê ya li herêmê zêde dike. Haya me ji vê heye. Em ê bi vê hişmendiyê çi bikin, ya rast hêsan e, em ê hejmara dostên xwe zêde bikin û ya dijminên xwe kêm bikin."