26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Piştî 15ê Tîrmehê FETOyî û cudaxwaz (PKK) bûn birayên hevdu, bûn hevkar, ji bo ku aboriya Tirkiyeyê xirab nîşan bidin li hemû dinyayê bi hemû qeweta xwe û bi rêhevalên xwe yên li wir va hatin cem hev û xebitîn. Hê jî li ber xwe didin. Ji bo ku 'aboriya Tirkiyeyê xirab bibe' ew pereyê ku bi navê hîmetê berhev kirin, bi cêran valayî kîsikê şîrketên lobiyan dikin. Lê bira jibîr nekin, dûmahîk nêzîk e, ev milet dê di difina wan ra bîne."
Yildirim di bernameya Roja Gumrukê ya Cîhanê ku li Yekîtiya Ode û Borseyan (TOBB) a Tirkiyeyê hat lidarxistin da axivî.
Serokwezîr Yildirim der barê bûyerên li Sûriyeyê da destnîşan kir ku pêkhatina aştiyê ya li wê herêmê bêşik wê bi wesîleya Tirkiyeyê pêk bê û tesîra têkoşîna dijî terorê gelek zêdeye.
Serokwezîr Yildirimji bo referandûma guherandina destûra bingehîn jî wiha got: "Teraziya gel ji teraziya zêr hesastir e. Loma jî emê gel piştguh nekin û xwe nexapînin. Gel çi dibêje emê wê bikin. Teslimî gel bibe, îteat bike û rehet bibe. Serê her tiştî gel e.
Di 10ê tebaxa 2014an da di dîroka komarê da cara ewil milet serokomarê xwe hilbijart, Recep Tayyîp Erdogan hilbijart. Karên ku em dikin, temamkirina karê ku wê demê nîvco mabû ye. Em tiştekî din nakin. Nizanim pergal e, rejim e, nizanim çi ye, 'Tirkiye ji dêst diçe'... Milet bi van dikene. Tiştekî wisa tuneye."
Ji axaftina Yildirim hin sernavên derketin pêş ev in:
"Tirkiye bi tenê mêvandariya penabêran nake, ji bo şerê li Sûriyeyê diqewime bisekine jî bi taybetî ev 6 meh in destpêşxeriyên mezin digire. Ev polîtîkaya me ya Sûriyê îro ji bo çareseriyekê jî dibe dêstpêk. Bi saya hevkariya Sûriyê, Rûsya û Îranê agirbesek hat îlankirin û riştina xwînê hat sekinandin. Ji vir û wê ve hedefa me ya herî giring ew e ku bi arîkariya dewletên girêdeyî Neteweyiya Yekbûyî û (NY) li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya mayinde û îstîqrareke berdewamî çêbibe."
Di mehên pêş da li ber Tirkiyeyê firsendên mezin hene. Rewşa aboriya Tirkiyeyê li gor dewletên wekî me di rewşeke baş da ye.
Millet piştî verastkirina ku em dikin, wê wekîlên xwe jî serokomarê xwe jî di heman demê da hilbijêre. Du zerf: di yekî da serokomar, di yekî de jî parlementerên wî bajarî. Ew roj serokomarê welêt jî wê kifş bibe, meclisa welêt jî kifş bibe. Ango îqtidar wê bi sandoqê dest pê bike, bi sandokê kuta bike. Di navbera her du hilbijartinan da îqtidarê bê navber hebe, îqtidara xurt wê hebe. Wê mazeretan çêneke, wê xizmetê bike. Wê bixebite, hewl bide, sozê ku daye welatiyan bi cih bîne."