ADDÎS ABABA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Derve yê Etiyopyayê Tedros Adhanom Ofîsa Herêma Rojhilatê Afrîkayê ya Anadolu Agencyê (AA) ziyaret kirin. Davutoglu û Adhanom bi hev re li şaxa AAyê geriyan û bi xebatkaran re sohbet kirin.
Sernûçegihan Mehmet Kemal Fîrîk, derbarê Ofîsa Herêma Rojhilatê Afrîkayê ya AAyê de agahî da Davutoglu. Davutoglu jî diyar kir ku xebatên ku AA dike gelekî baş in û wiha dewam kir: "Ofîsa Herêma Rojhilatê Afrîkayê ya Anadolu Agencyê li navnîşaneke rast, yanî li Addîs Ababayê hatiye vekirin. Ez Anadolu Agencyê pîroz dikim."
- Ji rêveberiya AAyê re spasî
Wezîrê Karên Derve yê Etiyopyayê Tedros Adhanom jî destnîşan kir ku Addîs Adaba ne bi tenê paytexta Etiyopyayê ye, ew paytexta hemû Afrîkayê ye û wiha pê de çû: "Divê em li vê derê piştgiriyê bidin Anadolu Agencyê. Ji bo ev ofîs û xebatan ez ji rêveberiya AAyê re spas dikim. Ev ofîs bi tenê ne ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye-Afrîkayê de ji bo hemû Afrîkayê girîng e. Ez ê carek din jî bêm serdana ofîsê."